Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mahmud Abbas ji xelkê Devera Xezze xwest da milîtanêt Hamas labidin


Serokê Felestînî Mahmud Abbas ji xelkê Devera Xezze xwest da milîtanêt Hamas labidin ku komeleka Îslamî ye û berî pênc mehan ew dever kontrol kirîye.

Di gotarekê da evro li bajarê Ramallah li Kenara Rojava rêzdar Abbasî got divîya Felestînî wê komelê labidin ku dibêjît "Ew komel jîyana xelkî nexweştir kirîye û zîyanê digehînîte gelê me."

Eve yekemîn care ku serokê Felestînî daxwaza ladana Hamasê diket. Berî nûke wî dixwast Hamas daxwaza lêborînê biket jiber ku bi rêka zorê û zêdegavîyan Xezze kontrol kirîye û careka dî vegerînteve.

Di gotarê xwe da rêzdar Abbas nerazîbûna xwe dîyar kir li ser cerdekarêt ser bi Hamas ku teqe li xirvebûneke mezin kirî roja duşembî li Xezze û heft kes hatîne kuştin.

XS
SM
MD
LG