Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Generalê Brîtanî dibêje li Iraqê jimara hêrîşa kêm bûye


Qumandarê Hêzêt Brîtanî li başûra Iraqê dibêjît jimara hêrîşa bi awayekî berçav hatîye xwarê li deverê eve jî demê xwevekêşana hêzêt Brîtanî li bajarê Besra li başûr.

Generalê Brîtanî dibêjît jimara hêrîşa 1/10 hatîye xwarê ji demê serbazêt Brîtanî bajarê bihêlin li meha neha buhorî û hêzêt Iraqê bajarê wergirin û tenahîya bajarî kefte destê wan da.

Li heman dem û li Bexda Generalê Amerîkî James Simons dibêjît hêrîşê bomba yêt li ser caddê li Iraqê kêmtirîn pilleyêt xwe wergirtîne li du sala were. Û general dibêjît ev çende ji egera harîkarîya xelkê Iraqê.

Herwisa Îranê qebûl kir ku nehêlitin bombe û çek bêne virêkirin bo Iraqê.

Li heman dem û her li Iraqê karbidestêt Iraqî îddîaya dana çeka û piştevanîya milîtanêt Şî'a înkar kir û li meha heyşta buhurî soz dane karbidestêt Iraqê ku ew rêkê li karê guhestina çeka bi Iraqê bigrin.

XS
SM
MD
LG