Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Surya pişkdarî di konferansa Annapolis da diket


Surya daxaznama Amerîkayê qebul kir bu pişkdarî kirn li konferansa aştîya Rojhelata Navîn ku li vê heftîyê li Annapolis, Maryland dête kirn.

Hukumeta Surya roja Yekşembî ragehand ku harîkarê wezîrê derve Feysel Miqdad pişkdarî li konferansa roja Sêşembî diket.

Dîmeşqê ragehand ku pişkdarîyê diket ji ber ku basê aştîya Israelî-Surî bu karnameya konferansê hat zêde kirn.

Surya ragehand ku pişkdarî di konferansa Annapolis da diket bi mercekê basê berzayîyên Golan bête kirn, ku li şerê Rojhelata Navîn li sala 1967 ji layê Israelê ve hat girtin.

Peyvdara hukumeta Israelî Miri Eisin xweşhalîya xwe biramberî pişkdarîya Surya ragehand.

XS
SM
MD
LG