Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush digel rêberên Felestînî û Îsraîlî kom dibit


Serok Bush evro duşembî li Washington digel rêberên Îsraîlî û Felestînî kom dibit berî konferansa aştîya Rojhilata Navîn ya roja sêşembî.

Serok Bush li berahîyê bi cuda digel serokê Felestînî Mahmud Abbas û serokwezîrê Îsraîlî Ehud Olmert li Seraya Sipî kom dibit.

Piştî hingî û li demjimêr heftê êvarê bi demê Washington serok Bush dê gotarekê pêşkêşî pişikdarên konferansa roja sêşembîye ket li kombûneke şîvxwarinê ku ji layê Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice ve li avahîya Wezareta Derve tête rêxistin.



XS
SM
MD
LG