Rêberê olî yê Îranî Ayetullah Alî Xamaney dibêjît konferansa li ser Rojhelata Naverast ku Amerîka saxberîyê lê diket û dê vê heftîyê ête kirin sernakevît.
Ayetullah Xamaney dibêjît armanca konferansê bo hindê ye da harîkarîyê biket bo başkirina navê Amerîka û harîkarîya Îsraîle biket ne ku ya Felestînîyan.
Wî ev têbînîye evro dan di gotarekê da bo milîtanêt Îranî ku televîzyona dewletê yekser belav dikir. Ajansa Peyamên Îranî ya dewletê dibêjît serok Mahmud Ahmedînîjad rexne li Erebistana Saudî girtîne ku razî bûye pişikdarî di konferansa roja sêşembî de biket li bajarê Annapolis li Amerîka.
Serokê Îranê Ahmedînîjad bi telefonê digel Melîk Abdullah yê Erebistana Saudî roja yekşembîyê axift û gotibûyê xwezî Erebistana Saudî ji wan welatan neba ku pişikdarî di konferansê da dikin.
Welatê hevalbendê serekî yê Îranê Surîya, ew jî dê pişikdarî di konferansê da biket.