Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush bi Mahmud Abbas û Ehud Olmert re kom dibe

Serok Bush îro çarşembîyê cuda cuda dê digel serokê Felestînê Mahmud Abbas û serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmert da kom bit berî ku hersê rêber li Washingtonê bihevra kom bin.

Ew danustandine piştî rêkeftina roja sêşembîyê tête kirin ji alîyê Îsraîl û Felestînê ve bi merema demûdest li dubare destpêkirina gotûbêjên aştîyê.

Di nav ragihandinekê de li konferansa aştîya Rojhilata Navîn roja sêşembîyê birêz Olmert û birêz Abbas gotin hikumetên wan dê danûstandinê jibo muddehek zahf gehêştine binbestê dubare vejîni di bizavekê da bi merema gehêştin bi rêçareya aştîyê ya çêkirina du welatan berî dawî hatina sala 2008.

Serok Bush belgename ya Îsraîlê û Felestînê xwend yê ku têda herdu hikumetan pêgirîbûna xwe dubare kirîne jibo bidawî anîna dehan salên xwînrêjîyê û alozî û destpêkirina qonaxek aştîyê.

XS
SM
MD
LG