Sîyasetvanekî serekî yê Sunnîyêt Ereb li Iraqê nerazîbûna xwe dîyar kirîye li ser berbend kirina piştevanêt berê yêt Partîya Baas yê serokê ladayî Saddam Huseynî ku karêt hikumetê wernegrin û dibêjît ev qanune ya nijadperest e.
Cîgirê berê yê serokwezîrî Mutlaq El Cuburî bi navê Cephet'it Tewafiq ku mezintirîn komela sîyasî ya Sunnîyêt Ereb e, El Cuburî got ji nav birina Baasîyan bo ceza kirina Sunnîyan bû ne ku bo nehêlana partîya desthilatdara berê bû.
Bi alîyekî dî ve karbidestên Iraqî dibêjin wan goreke giştî dîtîyeve ku bikêmîve 12 term têda bûn li devereka naverasta Iraqê û serdemekê li jêr kontrola El Qaîde bû.
Karbidestêt Iraqî roja yekşembî gor dîteve li bajêrê Felluce. Hêzêt parastina Iraqî jimareka gorêt giştî li van mehên vê domahîyê de dîtîneve piştî milîtan ji hindek deveran hatîne derêxistin.