Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Situnêt Leşkerî yê Amerîkî li Îsraîlê ye


Serokê Situnêt Leşkerê Amerîkî li Îsraîlê ye bo danûstandina li ser hindek pirsa, yek ji wan kêşeya ser bernama navokî ya Îranê.

Admiral Mike Mullen evro digel Wezîrê Berevanîyê Ehud Barack û karbidestêt dî yêt parastinê li Tel Aviv kom bû. Peyivdarekî Admiral Mullen gote rojnameka Îsraîlî ku hêjta Îran xetera serekî ye li ser deverê di ser hindê ra ku raporteke vê dumahîyê ya agahîyêt Amerîkî dibêjît ku ewê sala 2003 Îranê bizavêt xwe bo çêkirina çekên navokî rawestandîne.

Amerîka û Îsraîl Îranê xetabar diken ku bizavê diket çekên navokî çêbiket li jêr perdê bernama navokî bo mebestêt bi aştî. Lê Îran mandel û haşa diket.

XS
SM
MD
LG