Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Civata Tenahîyê behse danana toleyên nû tê kirin li dijî Îranê


Dîplomatên pênc welatên endamên herdem li Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî bahsê bernivîsekê dikin bo danana toleyên nû li dijî Îranê jiber bernama zaxkirina uranyumê.

Karbidestên Amerîka, Brîtanya, Fransa, Rusya û Çîn digel Almanya evro sêşembî bi telefonê bahsê wê bernivîsê diken.

Wezîra Derveya Amerîkî Condoleeza Rice roja duşembî got ew wa çaverê diket ew bernivîs li çend heftîyên bên bêne amade kirin.

Îran berdewam e li bizavên xwo yên navokî bo zaxkirina uranyumê, her çende berî nûke toleyên Neteweyên Yekgirtî li ser wê hatine danan.

Rîporteke dezgehên agahîyên Amerîkî li heftîya buhurî hatîye belave kirin radigihînit ku Îranê li sala 2003 bernama çekên navokî yên nepenî ragirtîye lê karbidestên Amerîkî dibêjin Tehran hêjta gefe ye û bo heye hejta bernama çekên navokî destpêketeve.

XS
SM
MD
LG