Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestan danûstandinên Amerîka, Îran û Iraqê yên li ser rewşa parastina Iraqê paşêxistin


Peyivdarê Wezareta Derveya Amerîka Sean McCormack dibêje karbidestên Amerîkî, Iraqî û Îranî plana xwe paşêxistin sebaret kombûna li heftîya bêt bo danûstandina li ser rewşa parastinê li Iraqê.

Wî gote peyamhinêran roja pêncşemê ku Îran daxwaz kir bo gîrokirina danûstandina jiber mijxulîya wextî.

Karbidestên Amerîkî û Îranî sê caran li vê salê li Bexda kom dibin belê danûstandin bi neveberî bi domahî hat jiber ku her alîyeke tundûtûjîya li Iraqê kirin hustê yekûdû.

Qumandarekî Amerîkî gote eve yekemîn car e ku mirovên Iraqî çekên Îranî dane destên Hêzên Hevalbenda.

Ji alîyekî din ve karbidestên bilindên Amerîkî li Iraqê bi tundî bombeya otomobîlan ya roja çarşemê li bajarê serekî yê Şî'a ku dikeve başûra bajarî Amara mehkum kirin ku ew peqîne bû egera kuştina bi kêmî 40 kesan û birîndar kirina nêzîkî 125 kesên din.

XS
SM
MD
LG