Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengdana parlamanê Lubnanê bo destnîşan kirina serokekî nû heta roja şembîya bihêt hate paşêxistin


Dengdana parlamanê Lubnanê bo destnîşan kirina serokekî nû bo welatî ku we biryar bî îro duşembî bête kirin, heta roja şembîya bihêt hate paşêxistin.

Eve cara nehê ye ewêt heyva neh Îlonê dengdan bo destnîşan kirina serokî bête paşêxistin.

Di beyannamekê da ku evro duşembî hatîye belave kirin serokê parlamanî paşêxistina dengdanê ragihand.

Jêknegirî li ser çend xaleka nêvbera hevalbendîya desthilatdara Lubnanê ku ji layê rojavayê ve dête piştevanî kirin û opozîsyona ser bi Surîyayê hene, ji wan çewanîya encam dana gorînkarîyên destûrî da ku bişên qumandarê leşkerî General Michel Suleyman bo posta serokatîyê destnîşan bikin.

Partîyên sîyasîyên hevrik rêkeftîne ku General Suleyman bo serokatîyê bête berbijar kirin, lê pêdivîye ew bigêhine rêkeftineke sîyasîya berfirehtir da ku perleman bişêt dengî bo serokî bidet.

Hêjî gotinê ye ew bi domahî hatina gera serokatîya Emîl Lahud yê ser bi Surîyayê li roja 23ê heyva 11 Lubnan bê serok e.


XS
SM
MD
LG