Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi peqîneka xwekujî çar kes li Bexda hatin kuştin


Bi peqîneka xwekujî li Bexda çar kes hatin kuştin, ku yek ji wan serbazekê Iraqî ye, û şeş kesên dî birîndar bun.

Polîsê Iraqî ragehand ku wî hêrişberî xwe li xaleka vekolîna leşkir û polîsê Iraqî li rojavaya paytextî peqand.

Herwesa leşkirê Amerîkî ragehand ku pênc endamên gumanlêkirî yên El-Qayde ji layê hêzên hevalbendî ve li başora rojhelata welatî hatin kuştin.

Leşkirî herwesa ragehand ku 10 çekdarên gumanlêkirî hatin girtin.

Bi layekê dîve polîsê Iraqî ragehand ku bi peqîna bombeka ser şeqamê nizîkî nexoşxaneka başora Bexda pênc hevwelatî birîndar bun.

XS
SM
MD
LG