Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partiya Gel ya Pakistanê ragehandina hukumetê derbarê çewaniya kuştina Benazîr Butto ret diket


Partiya siyasî ya serok wezîra berî Benazîr Butto ragehandina hukumeta Pakistanî derbarê çewaniya kuştina wê ret diket.

Hukumetê roja heynî ragehand ku xanim Butto bi hêza peqîna xwekujî hat kuştin demê serê wê bi kaşxankê otomobîlê keft.

Hukumetê herwesa ragehand ku li dîv pêzanînên agehîyê rêberê El-Qayde Beytullah Mehsud, berpirsiyare biramberî kuştina xanim Butto.

Karbidestên Partiya Gel ya Pakistanê ya xanim Butto ragehandina fermî ya hukumetê derbarê çewaniya kuştina wê bi “direw” dana. Karbidesta Partiya Gel, Şerry Rehman, gote Dengê Amerîka ku cihê birîna gullê li serê xanim Butto hebû.

Serok wezîra berî û rêbera opozîsyonê Benazîr Butto roja pêncşembî li bajêrê Rawalpindî hat kuştin û termê wê roja eynî hat veşartin.

XS
SM
MD
LG