Bi peqîna mînekê li paytextê Somalî peyvdarê fermandarê Megadîşo hat kuştin.
Karbidest dibêjin Mehemed Mihyeddîn Elî roja şembî hat kuştin dêmê mînek nizîkî otomobîla wî peqî.
Li şer û lêdanên nêvbera çekdarên Islamî û serbazên hukumetê, ku ji layê Etyopya yê ve dêne piştevanî kirin, nizîkî şeş hizar kes li vê salê hatin kuştin.
Netewên Yekgirtî ragehand ku nizîkî 600-hizar kes li sala 2007 malên xwe li Megadîşo hêlan.
Ewêt sala 1991 Somalê hukumeteka seqamgîr niye.