Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê bi teqînekê li Zeyuna 30 kes hatin kuştin


Polîsê Iraqê dibêje 30 kes hatin kuştin û 40ên din bîrîndar bûn di teqîna xwekujekî da dema kerestê teqîna dinav behîyekê da li Bexdayê bixweve teqandî.

Îro sêşembîyê polîsan got teqîn li Zeyuna li rojhilata Bexdayê bû ku xelkê wê tekelî Erebên Sunne û Şî’e ye.

Ajansa Associated Press dibêjetin ew behî bo evserekî xanenişîn hatibû danan ku di teqînekê de li Bexdayê heftîya borî hatibû kuştin.

Ev teqîn piştî ragehandina raportên Amerîkî bû ku dîyar dikin tundûtûjî li şeş mehên borî gelek kêm bûne.

Qumandarê Leşkerê Amerîkî dibêjin bi giştî jimara hêrîşan nêzîkî %60 ji meha şeş-Xizîranê were kêm kirîye.

XS
SM
MD
LG