Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Yekîtîya Afrîka berev Kenyayê diçît bo hewla navberîyê biket bo kiryarên tund û dijwar


Serokê Yekîtîya Afrîka îro çarşembîyê berev Kenya ve diçît û hewla navberîyê dikit jibo ragirtina kiryarên tund û dijwar ewên piştî hilbijartina rûdan û pitir ji 300 kesan hatine kuştin.

Seredana serokê Gana John Kufuor destpêkir piştî xirabkara 30 kes kuştin û agir berdane dêrekê li bajêrê Eldorit ya rojavaya welatî. Eldorit dikevîte di nava dola Rift da û bajêrê serok Mwai Kibaki ye, ewê ji eşîreta Kikuyu.

Eve pênc rojin şer dinavbera herdu eşîreta Kikuyu û eşîreta Luo ya rêberê rikeberîyê Raila Odinga dihêne kirin ku serokê Kenya dête xetabar kirin bi fêl kirinê di encamên hilbijartina serokatîyê da.

XS
SM
MD
LG