Karbidestên Iraqê dibêjin li du hêrîşên xwokujî li taxekê bakûra Bexda bi kêmîve 14 kes hatin kuştin û pitir ji 20 kesên dî birîndar bîn.
Karbidest û dîdevan dibêjin hêrîşberê yekem evro duşembî xwo li derveyî nivîsîngeha Weqfa Sunnî li taxê El Edamîyê peqand û demek kurt piştî hindê otomobîlek hate peqandin.
Karbidest dibêjin rêberê grupeka Sunnî ya ku ji layê Amerîka ve têne piştevanî kirin û şerrê El Qaîdeyê dikin di wê hêrîşê da hatîye kuştin.
Zorîna qurbanîyên wan hêrîşa endamên wê grupê bîn.
Hêjî gotinê ye hinek Misilmanên Sunnî grupê pêk înayn ku dibêjinê wan Civatêt Es'Sahwe û digel Hêza Hevalbendîya Amerîkî şerrê El Qaîdeyê dikeyn.
Li du peqînên dî li nêzîkî zanîngehên Bexda bi kêmîve çar kes her evro duşembî hatin kuştin.