Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pênc belemên Îranî sê gemîyên deryayî yên Amerîka li nêzîk Kendava Farisî azirandine


Karbidestên leşker û hikumeta Amerîkî dibêjin pênc belemên Îranî sê gemîyên deryayî yên Amerîka li nêzîk Kendava Farisî azirandine ya ku wan weku bûyerek micid binav kir.

Karbidestan roja duşembîyê gotin gemîyên Amerîka xwe amade dikirin ku teqe bikin piştî ku gemîyêt biçûkêt Îranê roja yekşembî kiryarên azirandin û aloz kirinê li tengeya stratejîka Hurmuz birêve dibirin.

Pênc belemên Îranî weku xuya ser bi supayên pasdarêt şoreşa Îranê ve nêzîkî gemîyên Amerîka bûn berî ku dewr bikin û dûr bikevineve wan hinek baks anku qutî berdaneve nav avê li rast li ser rêka derbaz bûna gemîyên Amerîka.

Qumandarê Hêzên Deryayî yên Amerîka û Hevalbendan li Kendava Farisî cîgirê Admiral Kevin Cosgriff dibêjît Îranîyan bi rêka radyoyê huşdarî dayîne wan ku gemî dê bi teqît. Got piştî hingî Îranî vezivirîn û ew dever cîda hêlayn.



XS
SM
MD
LG