Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush seredana Mahmud Abbas kir li Kenara Rojava


Serokê Amerîka George Bush îro pêncşembîyê li Kenara Rojava digel serokê Felestînî Mahmud Abbas dinav bizavekê da bi merema pêşvebirina danûstandinên aştîyê bo Rojhilata Navîn kom bû.

Birêz Bush got ew bawer diket ku berî karê wî yê resmî bi dawî bêt dê rêkeftineke aştîyê bête mor kirin û got:

"Ez bawerim ku bi alîkarîyeke dirust dê dewleta Felestîn bê damezirandin û ez bawerim dema ku ev dewlet bête damezirandin ew dê jibo aştîyê bibîte gaveke mezin."

Roja çarşembîyê birêz Bush û serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmert nêzîkî du demjimêran li Urşelîm-Qudsê bihevra gotûbêj kirin.

Dinav konferanseka rojnamevanî da piştî wê kombûnê birêz Bush gotibû ku ew dê daxwazê ji birêz Abbas biket ku şîrove biket ka ew bi çi rengî plan diket serderîyê digel gefeyên milîtanêt Felestînî biket yên muşekan digerine Îsraîl.

Birêz Olmert roja çarşembîyê got dê zehmet bît ku bigehine jihevlêtêgeheştinekê yan hetanî demê gefe ji alî milîtanêt Hamasê ve hebin ku kontrola Xezze dikin.

Birêz Olmert pêdagirt herdu alî anku ew digel birêz Abbas bi micidî bizavê diken bigehine rêkeftinek aştîyê.

XS
SM
MD
LG