Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush gehîşte Kuweytê



Serokê Amerîka George Bush di seredana xwe ya bo Rojhilata Navîn de ji nav pênc welatên Ereban gihîşte welatê yekê yê Kuweytê.

Biryare ku îro heynî serok Bush digel Emîr Şêx Sebbah El Ahmed El Sebbah kom bibît. Serokî dê daxwaza piştgirîya plana xwo ya aştîyê li Rojhilata Navîn biket û behsa zêdebûna bandora Îranê li herêmê biket.

Dê serok Bush herwisa seredana bingeha leşkerî ya Amerîka li nêzî Bajêrê Kuweyt ya paytext biket. Ew dê li wê derê digel komandarê Amerîkî li Iraqê General David Petraeus û balyozê Amerîka bo Iraqê Ryan Crocker kom bibît.

Rêzdar Bushî seredana xwo bo Îsraîlê û Kenara Rojava bi domahî îna û çû Kuweytê. Wî got ewî peyameka geşbîn heye sebaret rêkeftineka aştîyê li navbera Îsraîlê û Felestînîyan.

Jiberî ku serok Bush firokexana Ben Gurion ya Tel Aviv bi cih bihêlit gote serokê Îsraîlê Shimon Peres û serokwezîr Ehud Olmert ku şenseka baş heye bo aştîyê û got min divêt ku ez harîkarîya we bikim.

Hêjî gotinê ye ku li du rojêt buhurî serok Bush î danustandinêt cuda kirin digel rêberêt Felestînî û Îsraîlî û hewl da bo danûstandin bihêne kirin li ser damezirandina welatekî serbixwe bo Felestînîyan.

Serok Bushî got ewî daxwaza wan bo vegerîteve herêmê qebul kir bo meha pênc Gulanê.

Evroke heynîyê jî serok Bushî seredana bîrwerîya Yad Vashem ya Îsraîlê kir bo rêz girtinê bo qurbanîyên Cihuyan li holocausta Nazî, herwisa cihê pîroz Xelîlî.

Piştî Kuweytê serok Bush dê biçîte Bahreyn, Yekîtîya Mîrgehên Erebî, Erebistana Suudî û Misrê.

XS
SM
MD
LG