Wezareta derve ya Iranê soz da bersiva hemî pirsiyarên ajansa navokî ya Netewên Yekgirtî bide derbarê çalakiyên navokî yên Tehranê.
Piştî seredana du rojî ya Mehemed El-Berade’î, serokê Ajansa Hêza Etomî ya Nêvneteweyî, bu Tehranê peyvdarekê wezareta derve ragehand ku karbidestên Iranî razî bûn li çar heftiyên bihên bersiva pirsiyarên mayî li ser çalakiyên navokî yên Tehranê biden.
Roja şembî, rêberê bilindê Iranî Ayetollah Elî Xameneyî gote El-Berade’î ku pêtiviye Ajansa Hêza Etomî ya Nêvneteweyî, ne Civata Tenahî ya Netewên Yekgirtî, peywendî bi Iranê re bike sebaret bi bernama navokî ya Iranê.
Heta nuha Civata Tenahî du cara tole dijî Iranê ragehandîne ji ber ranegirtina piroseya zax kirina yoranyomê, ku bu heye bu çêkirina çekdan bête bikarînan.