Rêveberîya Bush pêşwext sebaret planên xwe yên firotina çekan bi Erebistana Saudî zanyarî dayîne Kongresê.
Ragihandina roja duşembîyê demek 30 rojan dîyar diket ku têda Civata Nuneran û Senata Amerîka dikarin rêkê ji wê planê bigrin bi biryarek hevpişk karek ku wek xuya nahête kirin.
Li jêr wê pêşnîyaza muamelê da buhayê pitir 120 milyon dolaran Amerîka dê çekan bo Erebistana Saudî berdest biket weku 900 amir û keresteyên guhartina bombeyên giran, bi bombeyên bi rêka lazerê ve têne kontrol kirin yên weku JDAM hatine nas kirin.
Ew çeke çekên girîng yên nav cebilxaneya leşkerê Amerîka ne û bi hêz û pêşkeftî bûna wan dê şîyana hêza asmanîya Erebistan Saudî gelek berfireh bikin.
Ew çeke linav hêla berahîya bombeyên Amerîka da ne ku jibo balafirên şerker hatine çêkirin. Ew firotine pişkek e ji lihevhatineke firotina berfirehtir buhayê 20 milyar dolaran çek û cebilxane bi Erebistana Saudî û welatên din yên Kendavê ku ji alîyê Wezîra Derve Condoleezza Rice û Wezîrê Berevanîyê Robert Gates ve hatîye ragihandin demê wan li meha 8 sala buhurî seredana Kendavê kir. Ew jî bi merema putekirin bi hevalbendên Amerîka yên ku sebaret bi karîgerîya Îranê li wê herêmê nîgeranin.
Hinek pişkên wê bernameya firotinê ya berfireh weku firotina sîstemên dijî muşekîyên Patriot bi Kuweytê û Mîrgehên Erebî yên Yekgirtî û herwisa bilindtirkirina astê balafirên AWACSên Erebistana Saudî û balafirên kontrol kirinê, pêşwext razîbûna Kongresê li ser hatîye kirin.
Karbidest li êra dibêjin ew herwisa çaverê dikin firotina JDAMan bi Erebistana Saudî bête cîbicî kirin ser ray nîgeranîyan ku alîyê hinek alîgirên Îsraîl ve linav Kongresa Amerîka hatine nîşan dan.
Di demekê da ku pirsa firotina çekên Kendavê sala buhorî hate ragihandin, rêveberîya Bush herwisa pêgîr e li berdest kirina çekan bi Îsraîl buhayê 30 mîlyar dolaran dinav 10 salan da ku nîşan didet alîkarîya salane ya çekan ji alîyê Amerîka ve bi vî welatî %25 zêdetir kirîye.
Demê jibo rojnamevanan di axift peyivdarê Wezareta Derve ya Amerîka Sean McCormack got rêveberî Kongres piştrast kirîye ku ew çi karekî naket karekî bikete ser karîgerîya leşkerî ya Îsraîl li hember her dijminekî ku li wê herêmê hebit. McCormack dibêje: "Me gelek wext derbaz kirîye bi hindê ku piştrast bikin em pêgirîn bi sozên xwe li ser bilind ragirtina şîyana leşkerê Îsraîl. Ewe tişteke ku cara yekê serok Reagan li dor wê çendê axift û ji alîyê her serokek din ve jî hatîye dubare kirin. Em pêgîr in li ser hindê şîyanek bilinda bo leşkerê Îsraîlê berdest bikin."
Îsraîl bixwe dijberîya wê firotina helpisartî nekirîye. Karbidestên Îsraîl dayîne zanîn ew hatine tekuz kirin bi bombeyên bi hêzên nû yên Amerîka ku şîyana wan gelek ji bombeyên JDAMan zêdetir e û jibo muddehê pitirî 10 salan e di xizmeta leşkerê wî welatî da ne.
Du ji sê piranîya endamêt herdu civatên Kongresê dê pêdivî bît ku bikarin rêkê ji wê firotinê bigrin û karbidest li êra dibêjin weku xuya şansê wê çendê nîye.