Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kenya çaverêya bêtirî xwenîşandana dike li ser hilbijartinên meha çûyî


Kenya çaverêya bêtirî xwenîşandana dike li ser hilbijartinên meha çûyî piştî roja xwenîşandanê ku bû sebeba kuştina du kesan û birîndar kirina çendên din.

Rikeber daxwaza xwenîşandana kir heta roja înê wekî nerazîbûnê dijî ya ew dibêjin destkarî kirina hikumetê di hilbijartinên serokatîyê de li meha 12.

Roja çarşemê, roja yekê ya xwenîşandana polîsa teqe li xwenîşandera kir û du kes kuştin li rojava bajarê Kisumu ku li wêderê bi kêmî 1000 kes hewl didan bigehin yekûdu.

Herwisa polîs digel xwenîşanderan bi şer çûn li çend bajarên din û bikêmîve sê kes birîndar kirin demê polîsan teqe kir jibo ji hev belav kirina xwenîşanderan li Nairobi.

Li heman demê Neteweyên Yekgirtî daxwaza 42 milyon dolaran dike bo harîkarîya qurbanîyên hilbijartinê li Kenyayê.

XS
SM
MD
LG