Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Olmert dibêje eger hêrîşên li ser başûra Îsraîlê bidomin ew dê jî li Devera Xezze hêrîşan bikin


Serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmert dibêje dê welatê wî hêrîşa bike ser milîtanêt Filistînîyan li Devera Xezze heger avêtina muşekan berdewam be li ser başûra Îsraîlê.

Ew axift demê hêzên Îsraîlî bersiva şerrî li Xezze da ku ew jî bû egera kuştina nêzîkî 30 Filistînîyan ku piranîya wan milîtan bûn.

Rêzdar Olmert li Tel Aviv got hêrîşa Îsraîlê ya asmanî ya roja pêncşemê rêberê milîtana kuştî û herwiha jina wî li bakûra Devera Xezze û li erîşa diduwê li şeva roja pêncşemê otomobîlek bû armanca wê li bakûra Xezze ku pê sê kes hatin kuştin.

Rêzdar Olmert li Tel Aviv got ku Îsraîl çi berjewendî û hez kirin nîne bo zîyanê bigihîne xelkê Xezzeyê. Wezîrê Berevanîya Îsraîlê Ehud Barak ferman da bo girtina hemu cihên derbaz bûnê bo nav Devera Xezze.

XS
SM
MD
LG