Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton, McCain û Romney li helbijardinên Amerîkî yên du wilayetan serkeftin


Li helbijardinên berahî yên berbijarên partiya Komarî bo serokatiya Amerîkî li wilayeta South Carolina sînatorê wilayeta Arizona, John McCain, serkeftin bidestive îna.

McCain bi ciyawazîyeka kêm, 33 biramber bi 30-ji sedê, serkeftin biser fermandarê wilayeta Arkansas, Mike Huckabee, tomar kir.

Herwesa li helbijardinên berahî yên berbijarên partiya Dîmokrat bo serokatiya Amerîkî li wilayeta Nevada, sînatora wilayeka New York, Hillary Clinton, bi 51-ji sedê serkeftin tomar kir.

Sînatorê wilayeta Illinois Barack Obama bi 45-ji sedê bi pileya duyê hat.

Li helbijardinên partiya Komarî her li Nevada fermandarê berî yê wilayeta Massachusetts, Mitt Romney, serkeftin bidestive îna.

Bu pêzanînên pitir li ser helbijardinên South Carolina, fayla dengî ya servey vî perî kilik bike. (Dem 2:37)

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG