Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîlê biryar daye ku berbenda li ser Xezze raket


Îsraîlê biryar daye ku îro sêşembîyê berbenda li ser Xezzeya li jêr kontrola Hamasê raket ku rêkê bidete tenê barek sutemenî û keresteyên da û dermanan bigehine wê herêmê.

Ew biryare tête mana hindê ku sutemenî dê berev bingehên hêza serekî ya Xezze bête veguhastin ya ku roja yekşembî liber nebûna sutemenîyê hatibû dayêxistin.

Karbidestên Neteweyên Yekgirtî li Xezze dibêjît 600 hezar kes li bajarê Xezze bê elektrîk in. Ew veguhastina roja sêşembîyê herwisa dê sutemenîyê jibo jeneratorên elektrîkê jî bigrîte xwe û weku yên li nexweşxanayan in û herwisa bikaranîna jibo amadekirina xwarinê û li herwisa 50 lorîyên alîkarîyên mirovahîyê vediguhêzin.

Hêzên Îsraîl tixub girêdabûn weku tektîkeke givaşê bi merema hindê ku avêtina mu'şekan ji alî milîtanêt Felestînî ve bo nav Îsraîl bête ragirtin.


XS
SM
MD
LG