Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên cîhanê razî bûne li ser bernivîsa biryareke nû ya sizayan jibo Îranê


Hêzên cîhanê razî bûne li ser bernivîsa biryareke nû ya sizayan bi merema givaştxistina ser Îranê da ku çalakîyên xwe yên navokî rabigrît.

Wezîrê Derveyê Alman Frank Walter Steinmeier piştî civîna Wezîrên Derveyên pênc endamên herdemî yên Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî axift ku roja sêşembîyê li Berlinê kom bûn.

Steinmeier got Fransa, Almanya û Brîtanya dê bi zûyî bernivîsa birayerekê jibo behser kirinê bibine pêşberî 15 endamên Civata Tenahîyê.

Wî herwisa daxwaz ji Tehranê kir ku daxwazêt Neteweyên Yekgirtî demûdest cîbicî biket da ku bo wê çendê çi pêdivî bi sizayên zêdetir nemînit.

XS
SM
MD
LG