Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê berî yê Indonesya Suharto koça dawî kir.


Serokê berî yê Indonesya Suharto li jiyê 86 salî koça dawî kir. Desthelatdar dibêjin Suharto roja yekşembî li nexoşxaneka Cakarta mir.

Birêz Suharto li roja çarê heyva yek bu nexoşxanê hate veguhastin, piştî têkçûna rewşa saxlemiya wî.

Li demê 32 salên desthelata wî, Suharto yeketiya Indonesya parast û aboriya welatî pêşve bir. Lê ew herwesa dîktator bu û hêzên wî bi sedan hizar neyarên siyasî kuştin.

Birêz Suharto li sala 1998 dest li karî vekêşa piştî xonîşadanên berfireh li welatî dijî gendelî û zêdegaviyên li ser mafên mirovan hatin kirin.

Bu pêzanînên pitir, fayla dengî ya servey vî perî kilik bike. (Dem 06:58)

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG