Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zorîna dîmokratên South Carolina deng da Barack Obama


Li helbijardina berahî ya Partiya Dîmokrat li wîlayeta South Carolina, sînatorê wîlayeta Illinois Barack Obama serkeftin bi ser sînatora New York Hillary Clinton tomar kir.

Obama 55% dengên dîmokratên South Carolina bidestive îna, biramber bi 27% bu Clinton. Sînatorê berî yê North Carolina John Edwards, ku li wîlayeta South Carolina ji dayik buye, bi pileya sêyê hat û 18% dengan bidestive îna.

Obama li yekem helbijardina Partiya Dîmokrat li wîlayeta Iowa bireve û Clinton zorîna dengên dîmokratên wîlayetên New Hamphire û Nevada bidestive îna.

Herwesa bizaven helbijardinê yên berbijarên Partiya Komarî berdewamin, du roja berî helbijardina wîlayeta Florida li roja sêşembî.

Bu dawîtirîn pêşveçûnên helbijardinên Amerîkî, fayla dengî ya servey vî perî kilik bike. (Dem 00:57)

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG