Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmedînejad dîsa soz da ku Îran dê guh nede sengîyên Rojavayê


" hspace=2 src="/kurdi/images/AFP_Irans_President_Mahmoud_Ahmadinejad_flashes_V_at_power_plant_30_Jan_08.jpg" width=210 align=left vspace=2 border=0>Serokê Îranê Mahmud Ahmedînejad careka dî soz da ku welatê wî guhê xwe nadet sengîyên Rojava û dest ji peyda kirina teknolojîya navokî bernadet.

Wî ev daxuyane îro çarşembê dan li bajêrê Buşehrê başûr.

Birêz Ahmedînejad got Tehran bi gotinêt wî "ya gehîştîye gupîtka bernama navokî", lê bi dirêjayî li ser ne axift.

Karxana navokî ya yekê li Buşehir ku Rusî bi avakirina wê radibin û herwisa Rusya keresteyêt sutina navokî berhev dikit bo wê karxanê ku Îran dibêjitin dê li naverasta vê salê kefte karî.

Li roja duşembê Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî danustandin kirin ku çêdibîtin gera sêyê ya tola li dijî Îranê danin çinku zaxkirina uranyumê ranagrit ku çêdibitin çekên navokî dirust bikit.

Îran dibêjitin dê encamên rijd hebin eger hêjta tola li ser Îranê danin.





XS
SM
MD
LG