Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barack Obama û Hillary Clinton li ser televîzyonê bîr û boçûnêt xwe dan li ser jimareka babetan


Du berbijarêt serekî yêt Partîya Demokrat bo hilbijartina serokatîya Amerîka bîr û boçûnêt xwo dan li ser jimareka babetan li berêkaneka televîzyonî li California.

Senatorê Ilinois Barack Obama û senatora wîlayeta New York Hillary Clinton tona axaftina xwo sebaret yekûdu nermtir kirin û herwisa alozîyêt di navbera yekûdu da dîyar nekirin û kêm kirin.

Li heman dem herdu berbijar behsa bizava xwo kirin û gihiştina xwo bi Seraya Sipî demê Hillary Clinton gotî ku ew xwo amade kirîye û xwo berbijar kirîye bo serokatîya Amerîka çinku ewê divêt û ewê hez lê heye ne ku jiber hevjînê xwo serokê berê Bill Clinton.

Obama rêza xwo dîyar kir bo karê Hillary belê heman dem got ku ew xwo amade dikit ku welatî bipêştir bixêtin li serokatîya nû da.

Herdu berbijar rexne li kandîdeytê Komarî John McCain girtîne jibo piştevanîya wî bo şerrê Iraqê û herwisa piştevanîya McCainî bo Bushî bo birrîna kêm kirina bacê.

XS
SM
MD
LG