Karbidestên tenahîya Iraqê dibêjin firokeyên şerrî yên Turkîye sê gundên li bakûra Iraqê bombebaran kirine yên ku Turkîye dibêje bingehên serhildayên Kurdên PKK tê de ne.
Karbidestên Iraqî dibêjin êrîşa ser bi gundan ve roja duşemê berdestê sibehê hatine kirin. Belê wan tu pêzanîn derbarê zîyana hêrîşê de nebûye.
Turkîye şer li dijî xirabkarîyeke demdirêj dike li parêzgehên ku piranîya gelê lê dijî Kurd in. Hêzên Turkîye di van mehên dawî de bi armanca şikandina bingehên milîtanên PKK kiryarên leşkerî encam dan û ji ser sînor ve derbaz bû nav xakê bakûra Iraqê.
Partîya Karkerên Kurdistanê an ku PKK ya ku ji alî Turkîye û Welatên Yekgirtîyên Amerîka ve wek rêxistineke terorîst tête nasîn ji sala 1984 heta niha jibo otonomîya Kurdan şer dike û di vî şerrî de heta niha zêdeyî 30 hezar kes hatine kuştin.