Peyivdarê Seraya Sipî Tony Fratto dibêjît serok Bush bixwe destur daye ku bi rohnî perde li ser teknîk û awayên vekolîn û lêpirsînê bêne kirin piştî ku jibo muddehek dûrûdirêj e red kirîye li ser wan awayên taybet şîroveyan bidet.
Ew dibêjît biryara hindê ku berî niha serokê Ajansa Zanyarîya Navendî Michael Hayden biçîte pêşberî komîteyek Kongresê û sebaret bikar anîna awayê "waterboarding" zanyarîyan bidet zehmet bû, ew awayê ku têda bi rêka bikaranîna avê rêkê ji bêhnhilkişana mirovî digrin jibo neçar kirina wan ku bi axivin li ber ku dûr nebû zanyarî sebaret programa CIA li dor lêpirsîna bergumanêt terorê bikevîne ber destê dijminan.
Tony Fratto got ew biryare dê rêkê bidete General Hayden sebaret bi wê teknîkê bi axivît ku bi awayek bê rehmane nehatîye bi kar anîn. Behsê li ser nîgeranîyek mezin hebû ku sebaret tiştekî bête axaftin, em di rewşek asayî de bikar nayînin jibo egerên em li dor wan nîgeranîn.
Fratto dibêjît gelek zanyarîyên xelet sebaret programa lêpirsînê hatîne belav kirin û Seraya Sipî hest pêkir demê hindê ye belgeyên tomar kirî eşkere biket. Fratto dibêjît awayê zanyarî wergirtina bi rêka avê yan waterboarding jibo çend lêpirsînên taybet û digel nobetdarên silametîyê da hatibû pesend kirin.
CIA ew awayê lêpirsînê li sala 2006ê qedexe kiribû. Fratto dibêjît dûr nîye vekoler bikarin carek dî wê bikar bînin lê pêdagirt wan pêdivî dê bi îcazê hebit ku ji alîyê serokî ve bi wan bête dan. Wî da zanîn ku her daxwazek CIA jibo bikaranîna wê teknîkê divîya ji alîyê Wezareta Dadê ve bi qanunî bête ragihandin berî li Seraya Sipî behs li ser bête kirin. Ew dibêjît pesend kirina wê dê bimînîte serder encaman û zêdekir; egerek girîng jibo pesend kirinê ew e ku bawer bête kirin dûr nîye êrîşek birêve biçît. Dibêje:
"Her guhorînek di teknîka pêşkeftîya lêpirsînê da ku dûr nîye bête bikaranîn dê li pey proseyekê bît ku dê pêdaçûna qanunî têbînîya kongresê bigrîte xwe."
Rexnegiran teknîka "waterboarding" weku awayek îşkencê dayîne zanîn lê Fratto dibêjît bikaranîna wê dinav demên borî da li jêr pesend kirina Wezîrê Dadê û Serokî tiştek qanunî bûye.
Li Kongressê Senatorê pillebilindê Demokrat Dick Durbin ji wîlayeta Ilinois bikar anîna teknîka "waterboarding" li jêr her destûdarî da mehkum kir. Wî da zanîn Wezareta Derve ya Amerîka dinav raporta xwe ya salane ya mafê mirov da bilez bikaranîna teknîkên lêpirsînê dinav zîndana da ji alîyê welatên din ve mehkum diket û dibêjît:
"Salê carê em xwe dikeyne dadvanê cîhanê û wan mahkum dikeyn liber têkelîya wan bi 'waterboarding' û teknîkên din dinav zîndanên wan da li demekê ku linav şîrovedanêt duhî da ji alî General Hayden ve, derdikevît me xwe jî hinek jî wan teknîkan bi kar anîne."
Vekolerê Îşkencê yê Neteweyên Yekgirtî herwisa bersîva wê eşkere kirina CIA da; daxwaz ji rêveberîya Bush kir dest ji berevanî kirina xwe ji teknîkên lêpirsînê yên weku "waterboarding" berdet. Manfred Novak gote Associated Press li Cenevrê ku ev teknîke bi temamî li jêr qanuna navnetewî nahête qebul kirin.