Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li encama teqîna du otomobîlên bombekirî li Bexdayê alîyê kêm 19 kes hatin kuştin


Li encama teqîna du otomobîlên bombekirî li Bexdayê alîyê kêm 19 kes hatin kuştin li demekê da ku Wezîrê Berevanîya Amerîka Robert Gates seredana xwe ya du rojî li Iraqê temam kir.

Roja duşembîyê ew du bombe li pey yek li başûrê Bexdayê li nêzîk avahîya ku serokên eşîretên Sunnî yên dijberî El Qaîde têde kom bûbûn teqîyan.

Kesên eşîretan dinav nêzîk 40 kesan da bûn ku di encama wê êrîşê da birîndar bûyîne.

Dinav bûyerek din da karbidestên Iraqê dibêjin li piranîya bakûra Iraqê elektrîk qut bûye, piştî du teqînan zirar gihandine bingehê uza wî welatî. Teqînekê serê sibêde borîya gazê birî ku xizmeta bingehên hêzê li bakûra Iraqê dikir.

Ji alîyekî din ve Wezîrê Berevanîya Amerîka Gates li Bexdayê got rewşa parastina Iraqê hêjta nazik e.

XS
SM
MD
LG