Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush dibêjitin Amerîka hizra danana bingehên nû li Efrîqa naket


Serok Bush dibêjitin Welatên Yekgirtîyên Amerîka hizra danana bingehên nû li Efrîqa naket.

Birêz Bushî îro çarşembîyê got zêdekirina hêzên Amerîkî li ser kirdayetîya Amerîkî ya nû li Efrîqa ku bi navê AFRICOM dête nasîn red kir.

Birêz Bushî li demê digel serokê Ghana John Kufuorî bû, li Accra got Welatên Yekgirtîyên Amerîka berê xwo didet Çînê wekî hevrikekî bihêz li Efrîqa.

Serok Bush ligel xanima yekê Laura Bush duhî sêşembî gehêşt Gana, qonaxa çarê li seredana wan bo pênc welatên Efrîqa û herwisa seredana xwendîngeha navnetwî kir û dirav terxan kirin bo wê bingehê da harîkarîya xelkê Gana biket di fêrbûna karê da.

Li demekî zû duhî sêşembî birêz Bushî û xanima wî seredana Rwanda kirin û weku rêzgirtin bo 800 hezar qurbanîyêt kiryarêt jenosîdê li sala 1994ê. Birêz Bushî got bîrewerîyêt kuştinê wiha dikin em li ber sîngê xirabkaran li hemu cîhanê rawestîn.


XS
SM
MD
LG