Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush dibêje encama dengdanê serkeftineke jibo gelê Pakistanê


Serok Bush dibêjît dengderan dengê xwe dîyar kirin di hilbijartineka rewa da ku dibîte serkeftinek bo gelê Pakistanî û dibêjît ew supasîya serok Muşerrefî diket ku ew gift û soz cîbicî kirîn ku par dabûn piştî ragihandina destûdarêt tengavîyan û got:

"Ew gotî hilbijartin encam didat, ew gotî yasayî ne asayî heldiweşînîtawa, îca êstaka katî ewaya bo kesanî taza hilbijardin derbikewin û hikumetekey dirust bikin û ew demej pirsyareke ewe ye aya debine dostî Welate Yekgirtuwekanî Amerîka be dilnîyayî, ewe hîwîdarim. Êma deruwine Pakistan weku hewpeymanekî girîng."

Rêzdar Bush li Ghana bo peyamhinêran axift bo wextê seredana xwe ya pênc rojî bo Efrîqa û got Amerîka û Pakistanê berjewendîyeka hevpişk heye ku ewê berpirsyar beramberî kuştina serokwezîra berê Benazir Bhutto li meha 12 bînine ber adaletê. Wî got:

"Êma berjewendîman heye le yarmetîdan bo ewey dilnîyadî hîç penahegayekî asayîş nebit bo kesanî nexşe û plan dabinîn bo hêrîş birdinî ser Pakistan û Welatî Yekgirtuwekanî Amerîka. Îca ewe boçûnî min e sebaret be hilbijartinekan."

Partîyêt rikeber pitir kursîyêt parlamanî wergirtin ji hevalbendîya serok Muşerrefî ku pênasîn bi şikestina xwe kirî demê jimartina denga bi domahî hatî.

Serokwezîrê berê Nawaz Şerîf dixwazît ku serok Muşerref karvekêşana xwe bidet heke piştevanîya xelkê ji dest dabîtin. Rêzdar Muşerref gote rojnama Wallstreet Journal ku ew li ber nîne karvekêşana xwe bidet û divîya li şûna hindê berdewam bibît bo damezirandina tenahîyê û hikumeteka dîmokratî li Pakistanê.

Herdu senatorêt Amerîkî John Kerry û Joe Biden ku herdu li Pakistanê bûn bo zêrevanîya hilbijartinan dibêjin dengdaneka baş û cihê bawerê bû.

Senator Biden niha dixwazît ku harîkarîyêt Amerîkî, ne yêt leşkerî bo Pakistanê sê caran beramber biket û bikete 1 milyar û 500 milyon dolar, çinku ew dibêjît Pakistanê pêngaveke girîng havêtîye berev dîmokrasîyê.

XS
SM
MD
LG