Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Turkîye hêrîşeke zemînî kir bo nav bakûra Iraqê


Leşkerê Turkîye wan dibêje hêrîşeke zemînî kirîye bo nav sînorê bakûra Iraqê bi armanca hêrîş kirina gumanlêkirîyên serhilda yên Kurd.

Evro eynî Leşker got ew operasyon roja pêncşemê bi şev destpêkirîye bi bombardiman û topbarankirina cihên gumanlêkirîyên serhilda yên Kurd li Iraqê. Desthilatdaran hîç zîyaneke canî ranegihandîye.

Li gor ragihandineka televîzyonên Turkîye 10, 000 serbaz di operasyonê da beşdar bûne.

Karbidestên Welatên Yekgirtîyên Amerîka ew hêrîşa leşkerî piştrast kir û got ew hêrîş dê bo "demek sînordar" be û armanca wê jî cihên serhildayên Kurd e. Belê Hoşyar Zebarî, Wezîrê Derveyê Iraqê dibêje hikumeta wî hîç hay ji hêrîşa zemînî ya Turkîye nebûye bo ser Iraqê.

Karbidestên Yekîtîya Ewropa ji Turkîye dixwazin ku xwe ji her" karekî neguncawî leşkerî" biparêze. Javier Solana Birêveberê Sîyaseta Derveya Yekîtîya Ewropa got hêrîşa leşkerî "baştirîn çareserî" nîne.

Di van çend mehên dawî de Ankara hêrîşên biçûk kirine ser bakûra Iraqê wek ku Turkîye dibêje bo lêdana Partîya Karkerên Kurdistanê li şaxên hevsînorên bakûra Iraqê.

Ji sala 1984an were heta niha PKK şer bo otonomî dike li başûra rojhilata Turkîye ku piranîya runiştevanên wê Kurdin. Ji ber vî şerrî heta niha zêdeyî 30, 000 kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG