Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkirê Turkî keftine xara helîkopterekê piştrast diket


Leşkirê Turkî ragehand ku li operasyona dijî serheldayên Kurd li bakora Iraqê heşt serbaz hatin kuştin û helîkoptereka leşkirî kefte xar. Ne aşkeraye ka ew heşt serbaz li nav helîkopterê bune an ne.

Serheldayên Partîya Karkerên Kurdistanê, PKK, berpirsyarîya xwe biramberî bervedana wê helîkopterê ragehand.

Leşkirê Turkî ragehand ku ewêt dest pêkirina operasyona leşkirî şeva pêncşembî 15 serbaz hatîne kuştin. PKK ragehand ku bi kêmî ve 20 serbazên Turk hatîne kuştin.

Li dîv jimarên leşkirê Turkî heta nuke 112 serheldayî hatîne kuştin. Ev jimare ji layê serheldayan ve nehatîye piştrast kirin.

Herwesa serok wezîrê hukumeta Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî li konferansekya rojnamevanî li Hevlêrê got em hîvîdarîn ev operasyone bi zûtirîn dem bi dumahî bihêt.

Peyamhinêr Omer Ferhadî li Hevlêrê raportek li ser konferansa rojnamevanî ya birêz Barzanî amade kirye, bo guhdarî kirin fayla dengî ya servey vê perê kilik bike. (Dem 3:48)

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG