Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Qibrisê Demetris Christofias û Mehmet Alî Talat razî bûn ku danûstandinan bikin


Serkeftîyê hilbijartinên Qibrisê Demetris Christofias û rêberê Qibris yê Turk Mehmet Alî Talat razî bûn ku danûstandinan bikin sebaret bi bizavên careka dî yekgirtina giravê.

Rêberê Qibris yê Turk Mehmet Alî Talat pîrozbahî li birêz Christofias kir, rêberê Partîya Komunîsta Qibrisê li ser serkeftina wî di hilbijartinan da.

Birêz Christofias li roja yekşembê bi piçekê zêdetir ji rêja 53% deng bi destve înan û 46% ji denga bo hevberê wî di hilbijartinan da, yê parêzer Ioannis Kassoulides, Wezîrê Derve yê berê.

Kassoulides piştevanîya xwo bo Christofiasî ragihand jibo bizavên çareserkirina pirsa demdirêj ya 30 salî ya dabeş kirina Qibrisê.

Qibris li ser bingehên nijadî li sala 1974ê hate dabeş kirin li demê hêzên Turkîya hêrîş kirîne weku bersiv bo bizavên yekgirtina Qibrisê ligel Yunanîstanê.

XS
SM
MD
LG