Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gates dê ji Turkîye bixwazît ku kiryarên xwe yên leşkerî li Iraqê zû bi domahî bînin


Wezîrê Berevanîya Amerîka Robert Gates dibêjît ew dê ji rêberên Turkîye xwazît ku divîya kiryarên xwe yên leşkerî li bakûra Iraqê heta du heftîyên dî bi domahî bînin.

Rêzdar Gates evro digehîte Ankara nêzîkî heftîyekê piştî hêzêt peyade yêt Turkî di ser tixubî ra derbaz bûyîne bakûra Iraqê bo şerrê dijî serhildayêt Partîya Karkerên Kurdistanê PKK.

Wezîrê Berevanîya Amerîkî dibêjît ew dê helwesta Washington dubare keteve ku divîya kiryarêt leşkerî çendîn zûtir çêbibît bi domahî bên.

Belê pêşvenêrekî mezin yê Turkîye dibêjît ew çi muhleta dîyar nakin bo vekêşana hêzên xwe heta ku çareyekê li serhildayan neken.

Ahmet Davutoglu ev têbînîye evro li Bexda dan piştî digel Wezîrê Derveyê Iraqê Hoşyar Zebarî kom bûy.

Hikumeta Iraqê dibêjît ev kiryarêt leşkerê Turkî zêdegavîye li ser serdarîya Iraqê û ji Ankara xwastîye ku demûdest hêzêt xwe vekêşît.

XS
SM
MD
LG