Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê pitir ji du miyon oldaran kom bûn jibo rêûresmên Aşura


Pitir ji du milyon oldaran kom bûn li Kerbela jibo mezintirîn rêûresmên ayîne Misilmanên Şî'a Aşura.

Ev rêûresmêt henê evro pêşembîyê hatine kirin demê oldar kom dibin li nêzîkî gora nebîyê Mihemmed Pêxemberî, Îmam Huseyn.

Gelek ji wan oldaran qesta wî cihî kirin bi pîya, ku piranîya wana ji Bexda bîn.

Li heman dem polîsê Iraqê dibêjit li roja çarşembîyê oldarek hate kuştin demê bombeka ser caddê teqî nêzîkî baseke li Bexda.

Li destpêka vê heftîyê jimareka hêrîşa hate kirin ku bi kêmîve 66 kes hatine kuştin û pitir ji 100 kesan hatine birîndar kirin.


XS
SM
MD
LG