Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li hilbijartinên Rusya Medvedev serkeftinek bi destve anî


Bi piştevanîya serokê Rusya Vladimir Putin, Dimitri Medvedev serkeftineke bi sanahî li hilbijartinên serokatîyê yên Rusya îna duhî yekşembê sereray gotinên rikeberan ku findûfêl di dengdanê da hebûn.

Ligel jimartina 80% ji kartên dengdanê, Medvedev 70% dengan bi destve înan û niha yê li pêşîyê serokê Partîya Komunîst Gennady Zyuganov ewê 18% dengan bidestve înatî.

Nasyonalîstê tundrêyê Vladimir Zhirinovsky 10% înat.

Birêz Putinî derenge roja yekşembî pîrozbahî li Medvedevî ewê 42 salî kir û herduwa aheng li Meydana Sor li Moskow li jêr seqayeke sar û befrîn gêran.

Birêz Medvedevî got eger ew bû serok ew dê birêz Putinî bikete serokwezîr û got ew dê berdewamîyê dete sîyaseta Putinî.

Belê piştî hingê di konferanseke rojnamevanî de birêz Medvedevî got desturê Rusya aşkira erkê herdu ofîsa dîyar dikit û got serokê Rusya di sîyaseta derve dadirêjit û piştrast kir ku seredana wî bo welatên kevne Sovyeta berê dê bitin bo daxwaza têkelîyên baştir ligel wan hikumeta.

XS
SM
MD
LG