Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî sizayên nû li dijberî Îranê pesend kir


Endonezya tenê welat bû dinav 15 welatên endamên Civatê da ku xwe da rexekê û deng neda. Balyozê wî welatî Marty Natalegewa gote hevtayên xwe ku welatê wî li ser wê bawerê nîne ku sizayên zêdetir rêka herî hêjî bît ku bigirine ber û liber wê çendê xwe li dengdanê dûr ragirt.

Balyoz Natalegawa got "Bi awayek bingehîn em piştras nînin ku sizayên pêtir herçend berfireh bin û bi başî hatibin araste kirin dê me berev bi bersîva li dor programa navokîya Îranê bibin yan jî ka dê karîgerîyek nerênî pêkbînin di demekê da ku pêşveçûn hatîne kirin."

Biryara ku ji alî Brîtanya û Fransa ve hatîye amade kirin hîvî bû ku têkrayî dengan dinav Civatê da bête pesend kirin lê belê balyozê Brîtanya jibo Netewyên Yekgirtî John Sawers got piranîya nêzîk bi hemî dengan jî dê îşaretek rohn bo Îranê bihinêrît. Dibêjît: "Pesend kirina wê, peyamek rohn jibo hikumet û xelkê Îranê dihinêrît ew dubare nîşan didet ku civaka navnetewî bi awayek kûr nîgeran e, dûr nîye ku Îran bixwazît programa xwe ya navokî jibo meremên leşkerî bikar bînît."

Amerîka pêşwazî kir li pesend kirina biryara 1803. Balyoz Zalmay Xelîlzad gote rojnamevanan, îdî li ser Îranê maye ku daxwaza xwe bigohorît, eger ne wisa bît civaka navnetewî dê pêdivî bît givaşa xwe zêdetir biket. Lê wî da zanîn Amerîka piştgirîya rêçarek dîplomatîk bo wê pirsê diket.

Ew biryara roja duşembîyê hate pesend kirin sizayên aborîyên heyî tundtir diket û berbend kirinên pitir li ser sefer kirina nû sizayên zêdetirên darayî dijberî kesên taybet û kompanyayên Îranê birêve dibet.

Berî dengdanê nunerê Îranê got her sizayên nû dê ne qanunî bit û huşdarî da ku Tehran çi caran dest ji mafê xwe yê rewa li dor peyçûna uza navokî ya aştîyane hilnagrît.

Ew biryare li rex ragihandinekê bû ji alîyê wezîrên derveyên pênc endamên herdemî yên Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî, Amerîka, Brîtanya, Fransa, Rusya û Çînê digel Almanya ku têda pêgîr bûna xwe dubare kirin li ser çareserîya behs li ser hatîye kirin ya li dor pirsa navokîya Îranê û daxwaz ji Tehranê kirin dubare çav bi ser koma pêşnîyazên mufagehêndinê yên sîyasî, aborî û parastinê da bigêrît ku li meha şeş sala 2006ê hatibûne araste kirin li hember hindê da ku ew welat jî zax kirina uranyuma xwe rabigrît.

XS
SM
MD
LG