Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê bi egera peqîna du bombeyên ser caddê bi kêmîve 68 kes hatine kuştin


Karbidestên parastina Iraqê dibêjin ku bi egera du peqînên bomba ser caddê bi kêmî 68 kes hatin kuştin û bêtir ji 120 kesên din jî birîndar bûn.

Polîs dibêjin ku ew bombe hatin peqandin yek li du yek duhî pêncşemê û bazar û otomobîlên li devera Karrade li paytextê Iraqê nehêlan û ji nav birin.

Leşkerê Amerîkî dibêjî ku ew serhatî li nêzîkî demjimêr heftê êvarê li dû wextê xwecihî qewimî.

Efserekî bilindî leşkerê Amerîkî li Bexda behsa wê serhatîyê dike û dibêje ku ew serhatî rastûxwe dijî xelkê Iraqê bû.

Leşkerê Amerîkî got ku nêzîkî 2000 serbazên Amerîkî ji Iraqê hatine vekêşan. Ew serbaze pişkek bûn ji wan serbazên zêde ku hatibûn Iraqê li sala çûyî, bo harîkarîyê bikin bo rawestandina tundûtûjîyên tîreyî, ku welat gihandibûn nêzîkî şerrê navxwe.

XS
SM
MD
LG