Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl plana berfireh kirina akincîgehan pesend kir


Wezîrê Karûbarên Xanûberan yê Îsraîlî Ze'ev Boim ragihand ku Îsraîl nexşe yê heyî jibo avadan kirina pitir ji 1000 xanîyêt nû li deverên dagirkirî. Ewî got di wê nexşê da 350 xanûber li Givat Za'evê li akincîcihên Kenara Rojava, li nêzîkî Urşelîm-Quds û 750 xanî li akincîcihên Pisgat Za'ev li rojhilata Urşelîm-Qudsê dihêne ava kirin. Dibêje:

"Em yêt li dûv nexşeyêt xwo diçîn û çi sînordarî jî nîye."

Ew xanîyêt nû dê li ser erdê Felestînîya ewên li dewletekê li paşerojê digerin dihêne ava kirin.

Herdu alîyên Felestînî û yê Amerîkî dibêjin avadan kirina akincîgehan rêk nakevit ligel nexşa rêya aştîyê, ewa li ser binemayên wê danûstandinên aştîyê dihêne kirin.

Nunerê danûstandinên Felestînî Saeb Erekat dibêjit "Ev biryare hemu bizavên zindî kirina danûstandinên aştîyê têk didet."

Îsraîl dibêjit mafê avedan kirina akincîgehan li rojhilata Qudsê yê heyî, ku dibêjin li her rêkeftineka domahîyê ligel Felestînîyan ew cihe weku parçek ji Îsraîlê dê bimînit.

Ragihandina brefireh kirina akincîgehên Îsraîlîyan hate kirin piştî sê rojan ji hêrîşa çekdarekî Felestînî li ser xwendîngeheka Cuhuyan li Qudsê û heyşt xwedekarên gênc kuştin.

Ew xwendîngehe kelha bizava akincîbûnê bû li Kenarê Rojava. Dezgehên ragihandina Îsraîlî dibêjin nexşa avadan kirinê ya serokwezîrê Îsraîlî Ehud Olmert rêyeke jibo razî kirina akincîbûya û bo endamên rastwew yên hikumeta Îsraîlî.



XS
SM
MD
LG