Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê bi du teqînan heyşt serbazên Amerîkî hatin kuştin


Leşkerê Amerîka dibêje li Iraqê sê serbazên Amerîkî û tercumanê wan roja duşembîyê li parêzgeha Diyala bi hêrîşeke bomba hatine kuştin.

Heman roj berî wê bûyerê li Bexda pênc serbazên din yên Amerîkî jî ku nobetdarîya peyade dikirin bi hêrîşeke xwekuj hatibûne kuştin.

Herwisa roja duşembîyê li bakûr li Herêma Kurdistanê ku li hember parçeyên din yên Iraqê bêtir tena ye, li paytextê xwecihî yê Silêmanîye bi kêmîve du kes bi hêrîşeke otomobîleke bombebarkirî hatin kuştin û hetanî 30 kesên din jî birîndar bûn.

Li Muqdadîye li bakura rojhilata Bexda hêrîşbirekî xwekuj du kes kuştin û zêdeyî 20 kesên din jî birîndar kirin.

Li Diyala hêrîşbireke jin ya xwekuj li derveyê mala rêberekî eşîreteke xwecihî, Şêx Gadban El Kerxî xwe teqand û bi xwe re wî û sê kesên din kuştin.

XS
SM
MD
LG