Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran li dû PJAK li bakûra Iraqê hin cihan topbaran dike


Carek din hêzên Komara Îslamî ya Îranê bi dijwarî çend gundên ser bi qeza Qaladizê topbaran kirin piştî ku di van çend mehan de sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê tenahî bixwo ve dîtî, sibêdeya evro topxanên Îranê bi dijwarî çend gundên nahîya Carawa topbaran kirin bi armanca topbaran kirina hêzên Partîya Jîyana Azadîya Kurdistanê PJAK ku balek e ser bi PKKê.

Li gor jêderên deverê wê topbaranê bo demê nîv saetê vekêşan. Rêveberê nahîya Carawa bo kanalên ragihandinê got her çende çi zîyanên gîyanî bi wê topbaranê negehêştinê hevwelatîyên gundên wê deverê, lê tirs li nav hevwelatîyên wê deverê dirust bûye û eger topbaran bo demê rojên bên berdewam bît eve carek dî hevwelatîyên deverê dê neçar bîn û gundên xwo çol biken. Herwisa rêveberê nahîya Carawa got dewrûberên gundên Rezgeh, Maradu, Şinawa, Beste û Alîyêreş hatine topbaran kirin û gelek zîyan gihandine rez û baxên cotyarên deverê.

Cihê gotinê ye ku li meha 9 ya sala par heta niha eva bû cara yekê hêzên Îranê deverên ser sînorê topbaran diken.

XS
SM
MD
LG