Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

We dête çaverê kirin kevinparêz li helbijardinên Iranê serkeftî bin


Jimardina dengên helbijardina perlemanî ya roja eynî li Iranê berdewame. We dête çaverê kirin firakisyona kevinparêz her liser desthelatî bimînit.

Ajansa dengûbasa Fars ya Iranî ragehand ku li dîv encamên destpêkî kevinparêzan bi kêmî ve 70%-ya dengan li perlemanê 290-kursî bireve.

Karbidestên hukumetê dibêjin 65%-ya 44 milyon Iranîyên mafê dengdanê hene pişkdarî di helbijradina roja eynî kirin.

Li Washingtonê, wezareta derve ya Amerîkî helbijardinên Iranê bi nerewa nav bir ji ber ku Şûrayê Nîgehban rêk neda jimareka zora rîformxazan xwe li helbijardina berbijar biken.

XS
SM
MD
LG