Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên werzîşê li Yekîtîya Ewropa nerazîbûna xwe ragihandin jiber reftara Çînê digel xwenîşanderan li Tîbetê


Karbidestêt werîzşê li Yekîtîya Ewropî nerazîbûna xwe dîyar diken li ser pişikdarnebûnê di yarîyên olimpikê de evsale li Pekînê jiber reftara Çînê digel xwenîşanderan li Tibetê.

Evro berî kombûna karbidestêt werzîşê yêt Yekîtîya Ewropî wezîrê karûbarêt werzîşê yê Slovenya got ew dijî hindê ye ku pişikdarîyê di yarîyêt havînê da nekin. Wî herwisa got bahsê vê pirsê di kombûnê da dê hête kirin.

Rusya jî evro helwesta xwe dijî wan alîyan dîyar kir ku dixwazin pişikdarîyê neken. Wezareta Derveya Rusî di belavnameyekê da got xwenîşandanên Tîbetê pirseka navxwo ye û rexne li wan alîyan girtin ku dixwazin olîmpîkê bikin pirseka sîyasî.

Komîteya Navnetewî ya Olîmpîkê dibêjît jimareka werzîşvanên navdar hizra xwe dikin ku pişikdarîyê neken bo dîyar kirina nerazîbûnê li ser tepeser kirina xwenîşanderan li Tîbetê ji alîyê Çînê ve.

XS
SM
MD
LG