Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporta salane ya Wezareta Derve ya Amerîka sebaret bi rewşa mafên mirovan li Iraqê


Di raporta xwe da ya salane ya li ser bûyerên sala 2007, Wezareta Derveya Amerîka dibêje li Iraqê hêzên asayîşê yên ser bi hikumetê ve xelkê kuştine û çend beşên polîsan jî wek desteyên kuştinê hatine bikar înan. Raport radigihîne ku nêzîkî 22 hezar û pênsed û şeş kes heta 24 hezar û 159 medenî li vê salê hatine kuştin.

Di raportê de behsa rewşa asayîşê li Herêma Kurdistanê tê kirin û herwisa behsa lêborîna giştî tête kirin ya ku ji layê hikumeta Herêmê ve hatibû dan.

Di derbarê azadîya rojnamevanî de jî dibêje ku bi kêmîve 32 rojnamevan hatine kuştin û 8 hatine revandin û 12 endamên medya hatine kuştin.

Xwendevanên hêja yên malpera Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka heke hun bivêtin ku guh bidine dirêjahîya vê raportê ji kerema xwe re li jor nivîsa ku dibêje “Raporta li ser rewşa mafên mirovan li Iraqê” bitiqînin.

XS
SM
MD
LG